Beş 9 – Li ser vê rênîşankê

Ev rênîşank ji bo mêvan, penaber û niştecihên nû yên Almanyayê hatiye amadekirin. Ew dixwaze di demên destpêkê yên rûniştina we de hinekî ji we re bibe alîkar. Ev rênîşank bêhtir ji bo ew penaberan ne, yên ku mafê wan ê beşdarbûna kûrsên zimanê almanî û yên întegrasiyonê hîn nîne. Li cem Dezgeha Federal bo Koçberî û Penaberan BAMF derfeteke weke vê rênîşankê heta niha tune ye (îlon 2015).

Ji xeynî berhevkirina agahdariyên pêwîst ti armancekê vê rênîşankê nîne. Dîsa jî em dizanin ku dibe çend agahdarî û şîretên hatin nivîsandin ne bi dilê hemû kesan bin, ji ber ku dibe bifikirin ku ew biçûk tên dîtin. Me di dema amadekirina vê rênîşankê de herdem ev pirs ji xwe kir û gelek li ser hizirîn. Lewma me ji bo vê yekê bi gelek mirovên ji welatên curre-curre (kesên ji Sûriyê, Afxanistan, Sûdan, Misr, Filistîn û welatên din û bi mirovên ku nû hatin Almanyayê) re hevkariyeke xurt kir. ProAsyl naveroka wê (li ser bingeha versiyona îngilîzî) baş dît û gelek ji koçberan jî ji me re dan xuyakirin, ku broşûreke agahdariyê weke vê rênîşankê ta niha nedîtine.

Di dema amadekirina vê rênîşankê de me gelek sûde ji şêwirmendiya penaberan wergirt. Em gelek bi hev re axivîn û me herdem ji wan pirsî, gelo dibe ku naveroka vê rênîşankê gûrûr û hestên wan biêşîne. Wan hemûyan ev yek red kirin. Bervajî wê jî, wan ji me dixwestin ku em van agahdariyan berhev bikin.

Wîn dikarin vê rênîşanka bi çend wêneyan û bi gelek zimanan hatî wergerandin bi riya înternetê daxînin û prînt bikin.

Daxwaz û armanca me ew e ku çapkirina vê rênîşankê bi şêweyekî profesîyonel were kirin. Ger hûn dikarin û dixwazin ji bo vê yeke piştgiriya me bikin, emê gelek dilxweş bin, ku hûn bi me re bikevin têkiliyê: info@refugeeguide.de

Beş 8 – Di rewşên acil de

Beş 8 – Di rewşên acil de

  • Hertim hewl bide ku tu alîkariya mirovên di rewşeke acil de ne bikî. Nabe mirov weke nedîtî li ber wan kesên mûhtaç re derbas bibe, ji ber ku mirov dikare herdem tiştekî ji wan re bike. Her yek ji me mecbûr e, alîkariya kesên di rewşeke acil de ne bike. Wek mînak: mirov dikare alîkariya yekemîn bo xilaskirina jiyanê bike an jî telefona servîsa acil bike (li jêr agahiyên zêde hene).

  • Di şerên tundûtûjyê de, diziyê an jî destdirêjiya seksî de: Telefona polîsan bike. Tu dikarî hejmara 110 li ser her telefonê lêbidî. Polîs qenc in û ew ji bo alîkariya te bikin hene. Ew her telefona ku ji wan re lêdikeve, ciddî digirin.

  • Di rewşên agir an jî rewşên acil ên tendurustiyê de: Telefona agirkûjê bike. Bi her telefona ku li ber destê te ye, tu dikarî li hejmara 112 bidî. Ev hejmara telefonê divê tenê were lêdan, gava jiyana kesekî/ê di metirsiyê de be. Ev merc ji bo ambûlansên nexweşxaneyan jî dimeşe.

  • Berî ku penaberek biçe ser doxtor, pêwîst e ew bi daîreya civakî ya bajarê xwe re bikeve têkiliyê. Piraniya cihên doxtoran ji saet 8ê sibê ta 12ê nîvro vekirî ne, carcaran piştî nîvro jî hene. Piraniya doxtorên li vir bi îngilîzî dizanin.

  • Ger pêdiviya we êvaran, yekşeman an jî di dema tatîlê de bi dermanan hebe, hûn dikarin xwe bigihînin dermanxaneyên acil („Notapotheke“). Ji bo ku hûn bizanibin, ka kîjan dermanxane di van saetan de vekirî ye, hûn dikarin li ser google gotina „Notapotheke“ û bajarê hûn lê dimînin binivisînin. An jî hûn dikarin bi telefona xwe ya mobîl li vê hejmara telefonê 22833 bidin (her deqe ne zêdetirî 69 sentan e). Hûn dikarin nav û navnîşana nêzîktirîn dermanxaneya acil li ser deriyê her dermanxaneyê jî bibînin.

Beş 7 – Kar û barên fermî

Beş 7 – Kar û barên fermî

  • Dîkan û daîre di dema xwe de tên vekirin û girtin. Ger saet 16 ofîs tên girtin, baştir e mirov saet 15:55 xwe bigihîne wir, ji ber ku ger saet bibe 16:01 dibe ku tu nema dikarî derbasî hundir bibî ji ber ku derî tên klîtkirin. Ev şîret ji bo çûyîna bi trênan, otobûsan û hwd. jî dimeşe.

  • Mijûlbûna bi bîrokrasiyê re carcaran gelek tevlîhev e û mirov dibêje qey karê mirov nameşe. Ji bo bîrokrasiyê dem lazim e û prosesa wê bi şêweyekî sîstematîk birêve diçe. Ev dikare bibe sedema mirov bê moral bibe. Lê ev prosêsên bîrokratîk heman proses û wisa jî hatine çêkirin, ku karê herkesî/ê weke hev were meşandin. Dayîn an jî standina ruşwetê qedexe ye û ji bo vê yekê mirov tê cezakirin.

  • Piraniya mirovên li Almanyayê li gor qanûnên trafîkê tevdigerin. Ew li gor nîşanên trafîkê dajon û ger kesek tune be jî, dîsa jî ew li ber lambeya sor radiwestin. Gava li ser riyan nîşan an jî lambayên trafîkê nebin, ev zagon dimeşe: Kesê ji milê rastê tê, mafê wî ye ku berî yên din rê derbas bike („Reçts vor Links“).

  • Bi taybetî li bajarên mezin xetên rê bo bîsîklêtvanan hene. Gava mirov dajo, qedexe ye mirov telefon bike an jî mesajan binivisîne. Gava mirov bi trimbêlê diçê, girîng e herkesê di hundirê trimbêlê de xwe girêbide. Di trimbêlan de divê zarok li ser kursiyên taybet ên li gor bejna wan in werin rûniştandin.

  • Mirov telefonên xwe di dema saetên ofîsê de dike, ango heta saet 16 an 17. Piştî saet 21 an 22 telefonên şexsî nayin kirin. Gava mirov telefonekê dike, mirov di pêşî de xwe bi navê xwe dide naskirin.

  • Ger mirov dixwaze li trênê an jî otobûsê siwar be, divê mirov pêşî bîlêtekê ji makîneya bîlêtan an jî li firoşgehên bîlêtan bikire. Gava mirov li otobûsê an jî trênê siwar dibe, divê mirov berî ew rê bikevin bîlêta xwe li cîhazê bide (weke mînak li Berlin û Münçen). Bîlêt û şêweyê qutkirina wê li gorî herêm û bajaran tên guhertin.

Beş 6 – Xwarin, vexwarin û kişandina çixarê

Beş 6 – Xwarin, vexwarin û kişandina çixarê

  • Mirov dikare li Almanyayê bê xem ava ji henefiyê vexwe. Ew di bin kontrolên gelek hişk re derbas dibe û lewma ne xeter e. Tenê çend îstîsna hene, wek mînak li çend cihên vekirî an jî di trênê de tê nîşankirin ku ev av ne ji bo vexwarinê ye („Kein Trinkwasser“).

  • Di nav gelek xwarinên almanî de goştê beraz, ga an jî mirîşkan heye. Mirov herdem dikare bipirse, ka ev xwarin bi kîjan goştî hatiye amadekirin an jî tam çi di xwarinê de ye. Ji berê û pê de li Almanyayê goştê berazan gelek tê xwarin.

  • Li gelek cihên li Almanyayê mirov Döner (şawirma) dibîne. Ew nan e û di navê de goştê kebab û salate heye. Goştê di nav de, yê mirîşkê, an yê ga an jî yê berxan e. Weke her xwarinên din ên „Fastfood“ (pîzza, burger an patateyên qelandî) mirov Dönerê jî bê çatal û kêr dixwe. Lê belê gava mirov li ber maseya xwarinê rûdine, mirov bi destan naxwe.

  • Gelek şîraniyên li Almanyayê bi jelatîna berazan tên amadekirin. Ji bo ku mirov bizanibe ka ew şîranî helal e an na, baştir e mirov tenê şîraniyên ku li ser „vegetarisç“ an jî „vegan“ nivîsandiye, bikire. An jî mirov li ser pakêtê bixwîne ka jelatîn hatiye bikaranîn an na.

  • Li Almanyayê gelek sûpermarkêtên erzan hene (wek mînak: ALDI, LIDL an Penny) û çendik jî hene ku hinek bihatir in (wek mînak: REWE û EDEKA). Ew hemû tiştên ji bo pêdiviyên rojane difiroşin. Li gelek bajaran bazarên heftiyê an jî yên cotkaran hene; herwiha sûpermarkêtên biçûk ên navnetewî jî peydadibin (gelek ji wan yên tirkî û asyayî ne; çendik jî efrîqî an yûnanî ne). Ger hûn tenê xwarinên helal dixwazin, hûn dikarin goşt û şîranîyên wiha bêhtir li dîkan û xwaringehên tirkan an ereban bibînin. Bervajî sûpermarkêtan benzînxane 24 saetan di rojê de vekirî ne. Mirov dikare li wir jî malzameyên bo çêkirina xwarinê bikire, lê belê bihayên wan gelekî ji yên sûpermarkêtan girantir in.

  • Vexwarina alkoholê, bi giranî bîra û şerab, li munasebetên civakî nexasim êvarê gelek normal e, wek mînak: di dema xwarina êvarê de an jî gava mirov bi dost û hevalên xwe re be. Dîsa jî tê pejirandin, ger kesek alkoholê qet venaxwe. Li Almanyayê gelek mirov hene ku devê xwe qet bi alkoholê nakin. Gava vexwarinên alkoholê tên pêşkêşkirin, mirov dikare wê bi bersiva „Nein, danke“ red bike. Gava mirov alkoholê vedixwe, qedexe ye mirov trimbêl an jî bisîklêtê bajo.

  • Li gelek cihên vekirî hem zilam û hem jin çixarê dikişînin. Li xwaringeh û stasyonên trênan cihên taybet bo çixarekêşan hene („Raucherbereiçe“). Gava mirov dixwaze çixarê bikşîne, mirov diçe derve an jî li ser balkonê. Mirov nêzîkî kesên neçixarkêş, zarok û jinên bi ducanan çixarê nakşîne, ji ber ku ew weke bêrêzî tê fêmkirin.

Beş 5 – Hawîrdorparêzî

Beş 5 – Hawîrdorparêzî

  • Alman bi hawîrdorparêziya xwe tên naskirin: ew çopên xwe ji hev vediqetînin bo ku ew careke din werin bikaranîn. Kêm tê dîtin ku ew çopê xwe diavêjin erdê – ne li bajêr û ne jî li xwezayê. Gava satila çopê nêzîkî mirov tune be, mirov çopê xwe di destê xwe de dihêle an jî bi xwe re hildigire ta ku derfetek çêdibe û mirov dikare wê bê ziyanê bide hawîrdorê biavêje. Ger derfetek wiha tune be, mirov çopê xwe bi xwe re digerîne heta mirov satilka çopê dibîne. Li cihên vekirî weke stasiyona trênê, rawestgehên otobûsan an jî li parkan satilên çopê hertim peyda dibin.

  • Gelek alman hewil didin xerckirina elektrîk û avê kêm bikin. Ew bi van hewldanên xwe hem dixwazin hawîrdorê biparêzin, hem jî mesrefên xwe yên madî dadixînin. Helwestên bo hawîrdorparêziyê wek mînak ev in: Mirov deriyê dolabê bozê li mala xwe an jî li sûpermarkêtê zêde vekirî nahêle û gava mirov ji odeya xwe derdikeve, mirov lambeya wê vedimirîne.

  • Gava pencereyên odeyan girtî bin, bayê derve nakeve hundir. Ji bo ku hawaya xweş bikeve odeyê, pêwîst e mirov carcaran pencereyên xwe veke. Û ji bo ku mirov zêde enerjiyê xerc neke, divê mirov şofacên xwe di dema vekirina pencereyan de bigire.

  • Li Almanyayê mirov li ser serê her şişeyekê pereyekî zêde ji 8 ta 25 sentan dide. Gava mirov şişeyekê dikire, mirov van pereyan jî dide. Û gava mirov şîşeyê dîsa vedigerîne dîkanê, ew pere jî dîsa vedigerin berîka mirov. Mirov dikare van şîşeyan ji her sûpermarkêta mirov jê dikire lê vegerîne jî. Ne şert e mirov şîşeyan vegerîne dikana mirov ew jê kirîn. Sîstema „Pfand“ (perê li ser şîşeyan) ji bo parastina hawîrdorê û alîkariya jinûvebikaranîna şîşeyên kevn hatiye avakirin.

Beş 4 – Wekhevî

Beş 4 – Wekhevî

  • Li Almanyayê dîskrîmînasiyon ji ber cins, rengê çerm, ol an jî hestên xwe yên cinsî qedexe ye û dikare bibe sedema lêgerînên hiqûqî. Gava mirov rastî dîskrîmînasiyonê tê an jî gef li mirov tê xwarin, çêtir e mirov bang bike polîsan. Çênabe mirov ji ber xwe ve bi tundûtûjî bersiv bide. Tundûtûjî jî li Almanyayê qedexe ye. Mafê kesekî nîne ku mirovên din, çi jin be çi mêr be, nerihet bike.

  • Herwiha divê mirov bê erêkirina kesan, wêneyên wan nekişîne.

  • Mafên jin û mêr li Almanyayê weke hev in. Ger kesek daxwaz dike ku bi tenê be, divê mirov rêzê ji vê yekê re bigire û wê bipejirîne.

  • Hevcinşezî li Almanyayê tiştekî normal e (wezîrê kar û barê derve yê kevin bi şêweyekî vekirî hevcinşez bû).

  • Zewaca hevcinsî lêgal e û dikare weke zewaca klasîk bi awayekî fermî were tomarkirin.

  • Li Almanyayê herkes bi serê xwe û azad biryar dide, ka ew bi kê re hevaltiyê dike an jî dizewice. Çiqas normal e mirov zewîcî be, ewqas jî normal e ku mirov nezewîcî be. Herwiha pêkan e ku jin û mêrên bi hevre zewicîn an bi hevre dijîn, biryar bidin ku bê zarok bin.

Beş 3 – Jiyana bi hevre ya civakî

Beş 3 – Jiyana bi hevre ya civakî

  • Alman gelek caran destê xwe didin hev: gava hevdu silav dikin, an jî xatirê xwe ji hev dixwazin an jî gava kesên nû nasdikin. Ger mirov nû be di grûpekê de, mirov di destpêkê de destê xwe ji bo silavkirinê dide herkesî û ji bo çend saniyan li çavên ê hemberî xwe dinêre. Jin û mêr tev destê xwe didin hev.

  • Gava mirov hevalên xwe dibîne, mirov bêhtir bi hembêzkirinekê hevdu silav dike. Li çend herêman mirov rûyê hev maç dikin. Ev ne tiştekî seksî ye, tenê nîşana hevaltiyê ye.

  • Piraniya almanan tiştên di dilê xwe de vekirî dibêjin. Ne ku ew ne delal û kubar in, lê belê ew dixwazin dirûstiya xwe nîşan bidin. Rexneya konstrûktîv (erênî) weke tiştekî alîkar bo pêşketina mirov û derdora mirov tê dîtin. Nexasim ev yek di kar de girîng e. Lewma mirov gelek caran rastî rexneyan tê, lê belê gelek caran nêrînên mirov jî tên xwestin.

  • Li Almanyayê girîngiyeke mezin li wê tê kirin ku mirov di demê de tiştan pêk bîne. Ne kubar e ku mirov bihêle kesek zêde li benda mirov bimîne. Gava mirov pênc deqeyan dereng were derekê, ev dikare weke bêrêziyê were fêmkirin. Heger hat û tu dereng bimînî, baştir e tu telefonekê ji kesê din re vekî û wî/wê ji derengmayina xwe agahdarbikî. Ev ne tenê ji bo kar dimeşe, lê ji bo hevdîtinên bi dost û hevalan re jî.

  • Gava tiştek pêşkêşî te tê kirin û tu wê naxwazî, tu dikarî bi şêweyekî nazik bêjî „nein, danke“. Û tu dikarî „Ja, bitte“ an jî „gerne“ bêjî, gava ew tişt bi dilê te be.

Beş 2 – Azadiyên şexsî

Beş 2 – Azadiyên şexsî

  • Ji mafê herkesê/î ye ku xwe li ola xwe bike xudan an na. Ol weke tiştekî şexsî tê dîtin; li vir azadiya olê heye. Yanî mirov baweriya xwe bi çi tîne bila bîne. Li aliyê din divê mirov wê/wî jî qebûl bike ewê baweriya xwe bi xwedayekî din hebe an jî bi ti xwedayan nebe.

  • Li Almanyayê armanc ji guftûgoyan ew e ku mirov di dawiyê de bigihe lihevhatinekê. Di vê derbarê de çapemenî xwedî azadiyeke gelek taybet e. Ev azadiya çapemeniyê ye û di destûrê de parastî ye. Çapemenî xwe bi mijarên curre-curre mijul dike. Heta ew rexne li hikûmet û dezgehên din ên civakê dike (wek mînak dêrên krîstiyanan). Di çarçoveya mafê azadiya raman de herkes dikare nêrîna xwe bêje bi şertê ku ew ti heqaret, gefxwarin an jî dîskrîmînasiyonê li hember kesên din neke.

  • Li Almanyayê tiştekî gelek xweza ye ku cotên evîndar (çi jin û mêr bin, çi hevcinşez bin) evîna xwe li derve nîşan bidin. Ji destgirtina hev bigre ta hembêzkirin an jî maçkirina li derve: ev hatiye pejirandin û hew. Ango pêwîst nake mirov li ser vê yekê kûrtir biaxive.

  • Gelek normal e ku mirovên di havînê de cilên zêde li xwe nakin. Wek mînak: lixwekirina t-şirt an jî pantalonên kin. Ne xweş û ne kubar e ku mirov li wan kesan dirêj dirêj binêre.

  • Li hemaman û li çend hewzan mirov tazî digere. Lê di piraniya hewzên melevaniyê de mirov cilên avjeniyê li xwe dikin. Di hewzan û hemaman de jin û mêr ji hev nayin cudakirin. Carcaran mirov dibîne ku saetên taybet tenê ji bo zilaman an jî ji bo jinan tên veqetandin.

Beş 1 – Jiyana derve

Beş 1 – Jiyana derve

  • Bi gotinên „Guten Tag“ (Rojbaş) û „Auf Wiedersehen“ (Bi xatirê te) mirov kesan silav dike an jî xatirê xwe dixwaze. Dema mirov rastî kesekî an jî çend kesan tê, xweza ye ku mirov silav li wan hemiyan bike. Wek mînak: Gava mirov derbasî dîkaneke biçûk dibe, an jî dikeve salona doxtor, mirov ji kesên di odeyê de ne dibêje „Guten Tag“. Gava mirov li gundekî biçûk be, an jî rastî cîranên xwe tê, an jî li ser riyên dûrî bajêr be, mirov dîsa jî wiha silav dike.

  • Mirov devliken bin – çi li hember kesên nas an jî xerîb – nayê wateya ku ew xwedî niyeteke cinsî ne. Ew tenê dixwazin bidin nîşandan ku jidil in.

  • Ji bo mirovên li Almanyayê jiyana prîvat gelek girîng e. Ev yek dihêle ku carcaran mirov bifikire ku ew sar in. Tiştek gelek xweza ye, ku mirov bi saetan di trênê an jî di xwaringehê de li kêleka kesên nenas rûne û ji hev re ji xeynî peyva „Guten Tag“ û „Auf Wiedersehen“ tiştek din nebêje. Wekî din çend kes hene dixwazin wek mînak di trênê an jî di otobûsan de bi tenê rûnin.

  • Ji bo mirov bikaribe rihet û tenha be, bi giranî deriyên xwe digirin, meselen deriyê malê an jî yê cihê kar. Berî mirov derbasî odeyê bibe, mirov ji ber sedemên rêzgirtinê li derî dixe. Piraniya caran tê gotin „fermo“ û mirov derbasî hundir dibe.

  • Yekşem roja bêhnvedanê ye. Di vê rojê de piraniya dîkanan girtî ne û kêm kes kar dikin. Dibe ku cîran şikayetê bikin, ger di vê rojê de mirov dengê xwe gelek bilind bike an jî mirov vê rewşa aram xerab bike, wek mînak bi vêxistina makîneya qutkirina giya an jî bihevxistina mobîliyayên nû. Wekî din, her roj di navbera saet 22ê şevê û 6ê sibê de divê mirov dengê xwe bilind neke. Dibe dîsa şikayeta mirov were kirin heger mirov qelebalixek zêde di van saetan de jî bike.

  • Mîztina derve dikare weke tawanekê were dîtin. Gelek tuwalêtên vekirî, ku mirov dikare bikarbîne, li nêzîkî herderê hene. Di tuwalêtan de dûşên biçûk nînin, lê belê kaxeta tuwalêtê heye. Mirov kaxeta tuwalêtê davêje tuwalêtê, mirov wê navêje satla gemarê ya li kêleka tuwalêtê. Tiştên paqijiyê yên jinan, weke tampon an jî pembû (bergirk) dikevin vê satlê. Ger tiştek bi tuwalêtê ve mabe, divê mirov wê bi firçeya tuwalêtê paqij bike. Û gava mirov ji tuwalêtê derkeve, divê şûna mirov paqij û zuha be. Lewma divê mirov tuwalêtê rûniştkî bikarbîne. Û ger lêzimokên taybet bo zilaman tune bin, divê zilam li ser piyan mîz nekin. Ji ber sedemên paqijî û tendûrustiyê divê mirov piştî destavê destê xwe bişû.

  • Axaftina bi dengên bilind li cihên vekirî (bi taybetî di otobûs an jî di trênê de) xweş nayê dîtin. Lewma mirov bi dengekî nizm bi hevre diaxive an jî telefon dike, ji bo ku kesek aciz nebe.

  • Di otobûs û trênan de gelek caran çend cih ji bo kesên pîr, nexweş an jî jinên ducan hatin veqetandin – herwiha çend cih jî tek ji bo ereboka zarokan û kursiyên kêmendama hene. Gava pêdivî hebe, ev cih ji bo wan kesan yekser tên vala kirin.

  • Li ser dereceyên elektrîkê mirov hertim li aliyê rastê radiweste û li aliyê çepê jî dimeşe.

  • Ger pêdiviya mirov bi alîkariyê hebe, mirov dikare wê ji kesek bixwaze ku rastî mirov tê. Pir caran ew gelek delal in û bi keyfxweşî alîkariya mirov dikin. Lê belê ne tiştek di cihê xwe de ye, gava mirov bê destûra dê û bav xwe nêzîkî zarokên xelkê bike.

Beş 0 – Destpêk

Hûn bixêrhatin Almanyayê! Di vê rênîşankê de çend şêwir û agahdariyên pêwîst ji bo jiyana li Almanyayê hatin berhevkirin. Ji ber gelek penaber heman pirsan dikin, me dît ku pêwîstiya amadekirina rênîşankekê wiha heye. Bila agahdariyên hûn di vê rênîşankê de dixwînin weke zagon an jî ferman neye fêmkirin. Wê helwesta mirovên li Almanyayê herdem ne weke ku li vir hatiye nivîsandin be. Dîsa jî çawaniya danûstandinên di vê rênîşankê de hatiye diyarkirin, ji bo piraniya kesan di wan rewşan de wiha ye. Hûn bixêrhatin Almanyayê!

Bêtir agahî.