Beş 1 – Jiyana derve

  • Bi gotinên „Guten Tag“ (Rojbaş) û „Auf Wiedersehen“ (Bi xatirê te) mirov kesan silav dike an jî xatirê xwe dixwaze. Dema mirov rastî kesekî an jî çend kesan tê, xweza ye ku mirov silav li wan hemiyan bike. Wek mînak: Gava mirov derbasî dîkaneke biçûk dibe, an jî dikeve salona doxtor, mirov ji kesên di odeyê de ne dibêje „Guten Tag“. Gava mirov li gundekî biçûk be, an jî rastî cîranên xwe tê, an jî li ser riyên dûrî bajêr be, mirov dîsa jî wiha silav dike.

  • Mirov devliken bin – çi li hember kesên nas an jî xerîb – nayê wateya ku ew xwedî niyeteke cinsî ne. Ew tenê dixwazin bidin nîşandan ku jidil in.

  • Ji bo mirovên li Almanyayê jiyana prîvat gelek girîng e. Ev yek dihêle ku carcaran mirov bifikire ku ew sar in. Tiştek gelek xweza ye, ku mirov bi saetan di trênê an jî di xwaringehê de li kêleka kesên nenas rûne û ji hev re ji xeynî peyva „Guten Tag“ û „Auf Wiedersehen“ tiştek din nebêje. Wekî din çend kes hene dixwazin wek mînak di trênê an jî di otobûsan de bi tenê rûnin.

  • Ji bo mirov bikaribe rihet û tenha be, bi giranî deriyên xwe digirin, meselen deriyê malê an jî yê cihê kar. Berî mirov derbasî odeyê bibe, mirov ji ber sedemên rêzgirtinê li derî dixe. Piraniya caran tê gotin „fermo“ û mirov derbasî hundir dibe.

  • Yekşem roja bêhnvedanê ye. Di vê rojê de piraniya dîkanan girtî ne û kêm kes kar dikin. Dibe ku cîran şikayetê bikin, ger di vê rojê de mirov dengê xwe gelek bilind bike an jî mirov vê rewşa aram xerab bike, wek mînak bi vêxistina makîneya qutkirina giya an jî bihevxistina mobîliyayên nû. Wekî din, her roj di navbera saet 22ê şevê û 6ê sibê de divê mirov dengê xwe bilind neke. Dibe dîsa şikayeta mirov were kirin heger mirov qelebalixek zêde di van saetan de jî bike.

  • Mîztina derve dikare weke tawanekê were dîtin. Gelek tuwalêtên vekirî, ku mirov dikare bikarbîne, li nêzîkî herderê hene. Di tuwalêtan de dûşên biçûk nînin, lê belê kaxeta tuwalêtê heye. Mirov kaxeta tuwalêtê davêje tuwalêtê, mirov wê navêje satla gemarê ya li kêleka tuwalêtê. Tiştên paqijiyê yên jinan, weke tampon an jî pembû (bergirk) dikevin vê satlê. Ger tiştek bi tuwalêtê ve mabe, divê mirov wê bi firçeya tuwalêtê paqij bike. Û gava mirov ji tuwalêtê derkeve, divê şûna mirov paqij û zuha be. Lewma divê mirov tuwalêtê rûniştkî bikarbîne. Û ger lêzimokên taybet bo zilaman tune bin, divê zilam li ser piyan mîz nekin. Ji ber sedemên paqijî û tendûrustiyê divê mirov piştî destavê destê xwe bişû.

  • Axaftina bi dengên bilind li cihên vekirî (bi taybetî di otobûs an jî di trênê de) xweş nayê dîtin. Lewma mirov bi dengekî nizm bi hevre diaxive an jî telefon dike, ji bo ku kesek aciz nebe.

  • Di otobûs û trênan de gelek caran çend cih ji bo kesên pîr, nexweş an jî jinên ducan hatin veqetandin – herwiha çend cih jî tek ji bo ereboka zarokan û kursiyên kêmendama hene. Gava pêdivî hebe, ev cih ji bo wan kesan yekser tên vala kirin.

  • Li ser dereceyên elektrîkê mirov hertim li aliyê rastê radiweste û li aliyê çepê jî dimeşe.

  • Ger pêdiviya mirov bi alîkariyê hebe, mirov dikare wê ji kesek bixwaze ku rastî mirov tê. Pir caran ew gelek delal in û bi keyfxweşî alîkariya mirov dikin. Lê belê ne tiştek di cihê xwe de ye, gava mirov bê destûra dê û bav xwe nêzîkî zarokên xelkê bike.