Beş 5 – Hawîrdorparêzî

  • Alman bi hawîrdorparêziya xwe tên naskirin: ew çopên xwe ji hev vediqetînin bo ku ew careke din werin bikaranîn. Kêm tê dîtin ku ew çopê xwe diavêjin erdê – ne li bajêr û ne jî li xwezayê. Gava satila çopê nêzîkî mirov tune be, mirov çopê xwe di destê xwe de dihêle an jî bi xwe re hildigire ta ku derfetek çêdibe û mirov dikare wê bê ziyanê bide hawîrdorê biavêje. Ger derfetek wiha tune be, mirov çopê xwe bi xwe re digerîne heta mirov satilka çopê dibîne. Li cihên vekirî weke stasiyona trênê, rawestgehên otobûsan an jî li parkan satilên çopê hertim peyda dibin.

  • Gelek alman hewil didin xerckirina elektrîk û avê kêm bikin. Ew bi van hewldanên xwe hem dixwazin hawîrdorê biparêzin, hem jî mesrefên xwe yên madî dadixînin. Helwestên bo hawîrdorparêziyê wek mînak ev in: Mirov deriyê dolabê bozê li mala xwe an jî li sûpermarkêtê zêde vekirî nahêle û gava mirov ji odeya xwe derdikeve, mirov lambeya wê vedimirîne.

  • Gava pencereyên odeyan girtî bin, bayê derve nakeve hundir. Ji bo ku hawaya xweş bikeve odeyê, pêwîst e mirov carcaran pencereyên xwe veke. Û ji bo ku mirov zêde enerjiyê xerc neke, divê mirov şofacên xwe di dema vekirina pencereyan de bigire.

  • Li Almanyayê mirov li ser serê her şişeyekê pereyekî zêde ji 8 ta 25 sentan dide. Gava mirov şişeyekê dikire, mirov van pereyan jî dide. Û gava mirov şîşeyê dîsa vedigerîne dîkanê, ew pere jî dîsa vedigerin berîka mirov. Mirov dikare van şîşeyan ji her sûpermarkêta mirov jê dikire lê vegerîne jî. Ne şert e mirov şîşeyan vegerîne dikana mirov ew jê kirîn. Sîstema „Pfand“ (perê li ser şîşeyan) ji bo parastina hawîrdorê û alîkariya jinûvebikaranîna şîşeyên kevn hatiye avakirin.