-
Hertim hewl bide ku tu alîkariya mirovên di rewşeke acil de ne bikî. Nabe mirov weke nedîtî li ber wan kesên mûhtaç re derbas bibe, ji ber ku mirov dikare herdem tiştekî ji wan re bike. Her yek ji me mecbûr e, alîkariya kesên di rewşeke acil de ne bike. Wek mînak: mirov dikare alîkariya yekemîn bo xilaskirina jiyanê bike an jî telefona servîsa acil bike (li jêr agahiyên zêde hene).
-
Di şerên tundûtûjyê de, diziyê an jî destdirêjiya seksî de: Telefona polîsan bike. Tu dikarî hejmara 110 li ser her telefonê lêbidî. Polîs qenc in û ew ji bo alîkariya te bikin hene. Ew her telefona ku ji wan re lêdikeve, ciddî digirin.
-
Di rewşên agir an jî rewşên acil ên tendurustiyê de: Telefona agirkûjê bike. Bi her telefona ku li ber destê te ye, tu dikarî li hejmara 112 bidî. Ev hejmara telefonê divê tenê were lêdan, gava jiyana kesekî/ê di metirsiyê de be. Ev merc ji bo ambûlansên nexweşxaneyan jî dimeşe.
-
Berî ku penaberek biçe ser doxtor, pêwîst e ew bi daîreya civakî ya bajarê xwe re bikeve têkiliyê. Piraniya cihên doxtoran ji saet 8ê sibê ta 12ê nîvro vekirî ne, carcaran piştî nîvro jî hene. Piraniya doxtorên li vir bi îngilîzî dizanin.
-
Ger pêdiviya we êvaran, yekşeman an jî di dema tatîlê de bi dermanan hebe, hûn dikarin xwe bigihînin dermanxaneyên acil („Notapotheke“). Ji bo ku hûn bizanibin, ka kîjan dermanxane di van saetan de vekirî ye, hûn dikarin li ser google gotina „Notapotheke“ û bajarê hûn lê dimînin binivisînin. An jî hûn dikarin bi telefona xwe ya mobîl li vê hejmara telefonê 22833 bidin (her deqe ne zêdetirî 69 sentan e). Hûn dikarin nav û navnîşana nêzîktirîn dermanxaneya acil li ser deriyê her dermanxaneyê jî bibînin.