-
Alman gelek caran destê xwe didin hev: gava hevdu silav dikin, an jî xatirê xwe ji hev dixwazin an jî gava kesên nû nasdikin. Ger mirov nû be di grûpekê de, mirov di destpêkê de destê xwe ji bo silavkirinê dide herkesî û ji bo çend saniyan li çavên ê hemberî xwe dinêre. Jin û mêr tev destê xwe didin hev.
-
Gava mirov hevalên xwe dibîne, mirov bêhtir bi hembêzkirinekê hevdu silav dike. Li çend herêman mirov rûyê hev maç dikin. Ev ne tiştekî seksî ye, tenê nîşana hevaltiyê ye.
-
Piraniya almanan tiştên di dilê xwe de vekirî dibêjin. Ne ku ew ne delal û kubar in, lê belê ew dixwazin dirûstiya xwe nîşan bidin. Rexneya konstrûktîv (erênî) weke tiştekî alîkar bo pêşketina mirov û derdora mirov tê dîtin. Nexasim ev yek di kar de girîng e. Lewma mirov gelek caran rastî rexneyan tê, lê belê gelek caran nêrînên mirov jî tên xwestin.
-
Li Almanyayê girîngiyeke mezin li wê tê kirin ku mirov di demê de tiştan pêk bîne. Ne kubar e ku mirov bihêle kesek zêde li benda mirov bimîne. Gava mirov pênc deqeyan dereng were derekê, ev dikare weke bêrêziyê were fêmkirin. Heger hat û tu dereng bimînî, baştir e tu telefonekê ji kesê din re vekî û wî/wê ji derengmayina xwe agahdarbikî. Ev ne tenê ji bo kar dimeşe, lê ji bo hevdîtinên bi dost û hevalan re jî.
-
Gava tiştek pêşkêşî te tê kirin û tu wê naxwazî, tu dikarî bi şêweyekî nazik bêjî „nein, danke“. Û tu dikarî „Ja, bitte“ an jî „gerne“ bêjî, gava ew tişt bi dilê te be.